
çiyayê gebaro - bilind îbrahîm lyrics
çiyayê gebaro, çiyayê gebaro
ax tu bi derdo, kul û hewaro
tu ji xwe re bike piştî û baro
em mane bê cî, û mane bê waro
xewa min nayê, xewa min nayê
serê min diêşê, ji derdê duniyayê
birîna min kûr e, derman lê nayê
..der nayê
çiyayê gebaro, çiyakî bilind î
tu yî hêlîna şêr û piling î
çiyayê kurdan î, bi nav û deng î
çima bindest î, ta heya kengî
xewa min nayê, xewa min nayê
serê min diêşê, ji derdê duniyayê
birîna min kûr e, derman lê nayê
..der nayê
hêsirê çavan bes bibarîne
dilê miletê kurdan birîn e
dengê neyaran li ser xwe hêlîne
kêfa dijminan li ser me neyne
xewa min nayê, xewa min nayê
serê min diêşê, ji derdê duniyayê
birîna min kûr e, derman lê nayê
tu roniya çavê me kurdan î
dijminê xwe re merzelan çêke
xewa min nayê, xewa min nayê
serê min diêşê, ji derdê duniyayê
birîna min kûr e, derman lê nayê
Random Song Lyrics :
- not enough - sapientdream lyrics
- gold - 2la kil lyrics
- you're gonna hate what you've done - greet death lyrics
- hasta el final - isabela souza lyrics
- through the night - anthony frazer lyrics
- a.d.g.2.h - brandon joyner lyrics
- verrà un giorno - giovanni block lyrics
- sbronzo - ninho favela lyrics
- invisible sun - sting lyrics
- a little luck - original broadway cast of honeymoon in vegas lyrics