lirikcinta.com
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

lirik lagu birwê şerqî (1871-1940) – ibrahîm paşa (hey hê hawarê) – êzîdxan music

Loading...

birwê şerqî (1871*1940) * ibrahîm paşa (hey hê hawarê) lyrics
birwê şerqî * ibrahîm paşa (hey hê hawarê)

hey hê hawarê (de) bira li halê nezamê
şerê ibrahîm paşa kete danê êvarê (2x)

seferek li me rabû, sefera nefîr ‘amê
dilkê min êxsîre, nebûye behra wanê
dilkê min êxsîre, nebûye behra wanê
destê xortên êzîdiya, li kelebça de rizyanê

dilkê min êxsîrê, rebyo behra tarîye
eskerê kolmisqof, meşiya bi qeyik û gemî ya
eskerê kolmisqof, meşiya bi qeyik û gemî ya
mehmûd muxtar paşa, bû ticarê cindiya

hey hê hawarê (de) bira li halê nezamê
şerê ibrahîm paşa kete danê êvarê (2x)

***
dilkê min êxsîre, rebyo behra beleka
eskerê kolmisqof, meşiya bi gemî û keleka
eskerê kolmisqof, meşiya bi gemî û keleka
mehmûd muxtar paşa, bû ticarê lawika

bajarê istembûlê, bişewitê ber bi wê de
mihela û sikender yê, mala xundkare têde
mihela û sikender yê, mala xundkare têde
bişarê çeto, bi nefsa xwe ket herbê de
hey hê hawarê (de) bira li halê nezamê
şerê ibrahîm paşa kete danê êvarê (2x)

***
qonaxa şev û roja, bi behrê de meşyane
heyfa min nayê xorta, heyfa min tê bi wê heyfê
heyfa min nayê xorta, heyfa min tê bi wê heyfê
bi ristit xorta kuştin , jin li warê reş mane

dilkê min êxsîre, rebyo behra bê binî
dengê top û teyara, li ezmana xulxulî
dengê top û teyara, li ezmana xulxulî
simbîlê wan lawika, li guhla xwînê dixemilî

hey hê hawarê (de) bira li halê nezamê
şerê ibrahîm paşa kete danê êvarê (2x)

lirik lagu lainnya :

YANG LAGI NGE-TRENDS...

Loading...