lirik lagu ez heme – serhado
hertiştî berdidim
çavên xwe miç dikim
nefesek hildigirim..
ez hîs dikim ez li vir im
hîs dikim ez heme..
ez heme
heme ez heme. ez têra xwe heme
ji xwe re nakim xema na ne kêmî we me
ji ber ku em ne tiştek in bê hevdû
qut nabin ji hevdû ser yek dinya ne li gerdûn
ajal, nebat, çem, çîya û însan
hingivê xelat, pir pîroz e jiyan
ji hev hez kin. em tev yekin
em ne wek hev jî bin. tevlî bin..
her yek bi rengê xwe werin
heydê em herin bila zanibin em li vir in
zanibin em rind in zanibin em serbilind in
reng bide der û dor bi dewsa mohra mor
destê me de ye xezîna bin keskêsor
(dîsgotin)
mêr be, jin be, reş be, spî be
dirêj be, kin be, zar be, pîr be
kûsî, mûrî yan jî fîl be
hemû can in hez kirî ne
li derve lê nepirse. li derve lê negere
qîmet bide xwe vê qîmeta te li te vegerê
tu bi xwe bersivî nav xwe bijî aşîtî
erê tu xweşikî nefikre wekidî
va ye tu dijî, tu heyî, tu li virî
dar û berî, tov û fêkî, pirpirîk û gûlî
av û masî, ew bi hemû şiklî tu yî
her yek bi rengek ahenga pirrengî
tu ax î tu av î, bi hev re hunandî
agir û hewa yî.. huner î
çi reng î, çi qewm î, cins î yan ol î
heval tu can î, tu insan î
çima venekim deriyê dilê xwe ku ji min be
çima nefret bikim ê ku ne wek min be
ew mafê dikin bin pê, mafê min û te ye
dinya ya me ye têra me hemû ya heye
bes e ji te re, besî te ye
besî min e, besî me ye
dinya ya me ye têra me hemû ya heye
(dîsgotin)
mêr be, jin be, reş be, spî be
dirêj be, kin be, zar be, pîr be
kûsî, mûrî yan jî fîl be
hemû can in hez kirî ne
lirik lagu lainnya :
- kumpulan lirik lagu jaynbeats andrewextendo › lirik lagu gang gang – jaynbeats & andrewextendo
- kumpulan lirik lagu marcos g › lirik lagu never fall in love with strangers – marcos g
- kumpulan lirik lagu mr_offcampsa › lirik lagu reign supreme – mr_offcampsa
- kumpulan lirik lagu jeyzzl › lirik lagu initially – jeyzzl
- kumpulan lirik lagu lil anf › lirik lagu меня сбила машина(i was hit by a car) – lil anf
- kumpulan lirik lagu syahiba saufa › lirik lagu masa lalu – syahiba saufa
- kumpulan lirik lagu epica › lirik lagu rivers – epica
- kumpulan lirik lagu kiromar › lirik lagu sakura – kiromar
- kumpulan lirik lagu orimi atmos › lirik lagu about you (rezxme remix) – orimi atmos
- kumpulan lirik lagu the 69 eyes › lirik lagu too much to lose (framed in blood – the very blessed of) – the 69 eyes