lirik lagu ez kî me? – serhado
li kolanên bajarê ewrûpa
bîna mezinin, mirov biçûk e
herkes pey nan e li bazar û sûkan
ser firtika şer dikin birçî wek çûkan
li kolanan di bin sîya avahiyan de
bi serê xwe meşiyam..
li cara serê xwe geriyam
geriyam li bersiva pirsan
min çavê xwe digerand
li derûdor dimeyzand
çima filan bêvan?
lê min bersivek nedît
ji nişke ve li rasta şivanek hatim
rûspî, sekinî li min nêrî
tenê pirsek ji min pirsî..
bêje tu kî yî?
1984 min çav vekir yekcar
zivistanek sar
bi birbir birçî, bi vîn û bi ar
mewîje qermiçî sor wek hinar
li swêd ji dayik bûm lê ez ne swêdî me
dûrî wеlatê xwe li vanderan nîvî me
nîvrê û di navbеrê de
hem jî tije di herdu alî de
bi bawerî min got ez dikarim
ezê bikevim û rabim
min got qey hertişt dizanim
niha dizanim nezanim, nizanim
li bajaran bim jî ez gundî me
rast e li gund ez bajarî me
nasname çi ye? etîket nîne
çavan bibîne tê zanibe ez kî me
li xwe dinêrim di eynikê de
dipirsim ez kî me?
xwe nas bikim jî bi çavê te yekîdî me
darek ji mirov re çi ye?
kok e, şax e, gulî ye, sî ye?
êzinge, text e, yan kaxazek spî ye?
masa ye, kursî ye, yan jî derî ye?
ji bo çûkan hêlîne ji bo te tiştek dî ye
bi çavê xwe, xwe bibîne
hozanê xwe zanê dizanê
bersiv hebe vê di nava me de be
lê li bersivan nagere li pirsan digere
xwe.. di hunerê de vedişêre
navê te, emrê te çi ji me re dibêje?
her mirovek çîrokek dirêj e
kê ya te dixwîne? kê dinivîsîne?
tu xwe nas bikî tê nas bike xwedê
lirik lagu lainnya :
- kumpulan lirik lagu nbdy › lirik lagu used to – nbdy
- kumpulan lirik lagu inasense › lirik lagu boom bap – inasense
- kumpulan lirik lagu vent › lirik lagu little kids – vent
- kumpulan lirik lagu young lions › lirik lagu destroy me – young lions
- kumpulan lirik lagu sleeping with sirens › lirik lagu blood lines – sleeping with sirens
- kumpulan lirik lagu luiz melodia › lirik lagu garanto – luiz melodia
- kumpulan lirik lagu anthony polanco › lirik lagu 24 hours – anthony polanco
- kumpulan lirik lagu locoplaya › lirik lagu haberlo pensado antes – locoplaya
- kumpulan lirik lagu xela › lirik lagu flex for free – xela
- kumpulan lirik lagu kald flamme › lirik lagu deba fint – kald flamme