lirik lagu hêvî – serhado
(dîsgotin)
aramî ji dûr ve li ber aso dixuye
ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê
çav li rê, li riya ewlada
bi sala mitala li hêviyê ma me
dereng e ka li kû ma ye?
hema min carek bidîta..
ma vê çi bûya?
reqsa me ne reqsa kêfê ye
ne ya êşê ye, reqsa serkêşê ye
dewre dizîvirê, ne şîn e ne şahî ye
mirin û jiyan di destê hev de ne
ka kezeb, dil şewitî..
guneh min çi bû?
min her roj ji xwe pirsî
lê kê li dilê dê fikirî..
çavên min li rê, hêviya dîtina wî
tarî be, şolî be
ronî ye.. berbanga sibê
berbanga sibê
ronî ye.. berbanga sibê
(dîsgotin)
aramî ji dûr ve li ber aso dixuye
ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê
dixwazin dinya li ber me tarî bikin
de em riya mala xwe wenda bikin
lê nikarin jê bibin kenê ser lêvê min
ez kurd im penaber jî bim
bi kenê xwe dinya ronî bike lawê min
rabe bibe bersiva pirsa min..
ez ê yekşemê kengî bibînim?
bi çarika spî hêstira ji rûyê te dibim
vê derbas be, nebê nabe
sed carî bikevî sed carî rabe
îro neye.. sibe heye
li hêviyê me.. wê rojek be
tê rojek bibînî
jiyanek azad li hêviya me ye
(dîsgotin)
aramî ji dûr ve li ber aso dixuye
ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê
va ye tê va ye tê wa yadê
wa yadê wa yadê va ye tê
lirik lagu lainnya :
- kumpulan lirik lagu patchat › lirik lagu gucci like mane – patchat
- kumpulan lirik lagu matt holubowski › lirik lagu mango tree – matt holubowski
- kumpulan lirik lagu niqo nuevo › lirik lagu ready2die – niqo nuevo
- kumpulan lirik lagu rush of fools › lirik lagu holy spirit – rush of fools
- kumpulan lirik lagu rich kjt › lirik lagu needs/wants – rich kjt
- kumpulan lirik lagu capital t › lirik lagu hookah – capital t
- kumpulan lirik lagu lil supra › lirik lagu be mine – lil supra
- kumpulan lirik lagu santhosh narayanan › lirik lagu kondattam – manithan – santhosh narayanan
- kumpulan lirik lagu tay k › lirik lagu i ᐸ3 my choppa (remix) – tay-k
- kumpulan lirik lagu yann fanch kemener › lirik lagu gwerz dom yann derrian – yann-fañch kemener