lirikcinta.com
a b c d e f g h i j k l m n o p q r s t u v w x y z 0 1 2 3 4 5 6 7 8 9 #

lirik lagu sî ya sî – serhado

Loading...

tarî girtiye herderan
dinya alem bû ye pere
destê kî berîka kî de ye?
demançe kî li ber e?
ma dayika digrî jê re derd e?
na! kes napeyvê bi hev re
wijdan nema, herkes ji xwe re
aqilê me.. telefona di destê me de
îro li meydanê şer e
şerê birakujî û gelan
gazinê qefesa kewa
bi derewa kuştin bû rewa
jiyan ewqas bê qîmet e?
sînor neman xeynî yê dewletan
lexê belav bike bi dest bixe
ser ewran tavik e lê bin ewran…

(dîsgotin)
sî ya sî sï sî
sî ya sî sî

zanin em kî ne em çi ne
dewletin. me dibînin. me dibihîzin
îro zanin em çi difikirin
bi tiştên vala me mijûl dikin
de em fêmnekin, em ders negrin
de em hêrs nebin, serî ranekin
qey em dîroka xwe ji bîr bikin?
qey em bê nasname bimînin?
wa? de were devera em aşin
çerxa pergalê ser pista me kaş dikin
yê bikin başin? yê nekin şaşin?
gotinên xweşin lê gotin belaşin!
tabûtan dewsa dergûşan
dinya mirin e vê pere bikin kû de?
têr nabe hê dixwazê hê
çavsor e pey ixtîdarê
zikreş û çavbirçî ye
çavê wî li kursî ye
huzûra xwe dizî ye
ji sî ya xwe tirsiya ye

(dîsgotin)
sî ya sî sï sî
sî ya sî sî

dema hatin xwe nedin alî
serî rakin, rakin wî alî
stêrka sor a mirovahî
dijî zilm û zordestî
tu hê jî bawer î tu azad î?
kî ev pergal nivîsî?
zilamê spî yê serdestî
yê me xapandî yê me kir bin pî
nemînin di bin sî ya wî de
biskînin wî çemberî
bawer nebin ji derewên wî
xwe venesêrin bin sî ya sî

dinya tarî be jî.. tu tîrêj î

(dîsgotin)
sî ya sî sï sî
sî ya sî sî

lirik lagu lainnya :

YANG LAGI NGE-TRENDS...

Loading...